Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Peywendîyên Me û Kurdan Pir Baş In


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Qesira Sipî preskonferanseke hevbeş li dar xistin.

Her du serok di preskonferansê ser Kurdên Sûrîye û Tirkîyê axifîn.

Trump da zanîn ku ew bi Erdogan re derbarê rewşa dawî ya Sûrîyê peyivîye û ew jiber Rojhilata Navîn ya di aştîyê de spasîya Erdogan dike.

‘’Min meha borî Pence û Pompeo şandibbûn. Xebatên bo bidawîkirina pevçûnên li Sûrîyê bi ser ketin û em dibînin ku agirbest didome.’’ Trump got.

Wî ser peywendîyên bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, dîyar kir ku peywendîyên wan û Kurdan pir baş in û ew di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de bi ser ketine.

Serokê Amerîka ser kuştina Rêberê DAIŞ’ê Ebubekir El Bexdadî jî got ku Tirkîyê alîkarî kiriye û ew spasîya wan dike.

Erdogan jî di axaftina xwe de dîyar kir ku di navbera wan û Kurdan de ti kêşe tune û têkoşîna wan dijî terorê ye.

Wî amaje kir ku di partîya wî de pirtirê 50 parlamanterên Kurd hene.

Serokomarê Tirkîyê ser vexwendina Mazlum Kobanî bo Washingtonê jî peyivî û da zanîn ku helwesta Amerîka bo wan dilgiranîyê çêdike.

XS
SM
MD
LG