Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Em Alîkarîya Kurdan Dikin


Serokê Amerîka Donald di preskonferansa xwe ya dawî de ser sîyaseta li derveyî welêt axifî.

Trump dîyar kir ku wan piranîya leşkerên xwe ji Sûrîyê vekişandine, lê ew li wir petrolê diparêzin û alîkarîya Kurdan dikin.

Ew di serê axaftina xwe de ser Afganistanê, ku Amerîka piştî êrîşên 11’ê Îlonê ya 2001’a li wir dest bi şer kiribû, sekinî. Wî dîyar kir ku Wezîrê Derve Mike Pompeo dê bo beşdarî hevdîtinên aştîyê yên bi Talîbanê re bibe, here Doha ya paytexta Qatarê.

Trump, bo serdana Pompeo got ku ‘’dîrokî’’ ye û bo hevdîtinên bi Talîbanê re jî da zanîn ku ji demekê vir ve ew bi wan re danûstandinê dikin û ew ‘’bi awayekî baş’’ li hev dikin.

Jêderên li Afganistanê radigihînin ku şeş girtîyên ku Talîban dixwaze werin berdan, ji Kabul ya paytexta Afganistanê çûne Doha. Li gor wan wan jêderan, ew girtîyên ku bi êrîşên dijî hêzên Afgan têne tawanbar kirin, dê heta dawîya Mijdarê di bin çavdêrîyê de bin û ger pêwîst be dê wan careke din vegerînin Kabulê.

Serok Trump da zanîn ku ewê hejmara leşkerên Amerîkî yên li Îraqê daxin 2000’î. Karbidestekî Amerîkî gotibû ku ewê leşkerên xwe yên li Îraqê heta du sê mehan daxin 3500’î.

Trump piştî Afganistan û Îraqê ser Sûrîyê jî peyivî.

‘’Em bi awayekî berfireh ji Sûrîyê derketin. Lê me berevanîya petrolê kir. Leşkerên me yên berevanîya petrolê dikin hene. Hejmara wan ne pir e. Em alîkarîya Kurdan dikin. Jiber ku petrol li cem me ye em jîyanên wan baştir dikin.’’ Trump got.

Serokê Amerîka bi berdewamî bal kişand ser normalkirina peywendîyên Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî. Li ber e ku her du dewlet di 15’ê Îlonê de li Qesira Sipî peymanekê îmza bikin.

Trump got ku dibe ku dewleteke din jî beşdarî peymanê bibe, lê navê wê dewletê neda. Wî dîyar kir ku ew bi Prensê Cîgir yê Erebistana Saudî Muhamed Bîn Selman re axifîye û da zanîn ku dibe ku li Rojhilata Navîn aştî çêbe.

Balyozxaneya Erebistana Saudî ya li Washingtonê ser beşdarbûna merasîma îmzayê ya ku li ber e hefteya pêş li dar keve, hîn ti daxuyanî nedaye.

XS
SM
MD
LG