Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Kavanugh ji Amerîka re Nîşan Da ku Min Çima Ew Bijartîye


Serokê Amerîka Donad Trump ji Twitterê dîyar kir ku ew ji berevanîya Berbijarê Dadgeha Bilind, Brett Kavanaugh, ku bi destdirêjîya seksî tê tawanbar kirin, dilgeş maye.

Trump ji Twitterê got ku ‘’Dadger Kavanaugh ji Amerîka re nîşan da ku min çima ew bijartîye.’’

Trump ser berevanîya Kavanaugh ya li Komîteya Dadwerîya Civata Senatoran jî dîyar kir ku ew ‘’xurt, dirust û balkêş bû.’’

Christine Blasey Ford, li Komîteya Dadwerîya Civata Senatoran careke din Kavanaugh bi destdirêjîya seksî ya li ser wê tawanbar kir, lê Kavanugh di berevanîya xwe de ew îdia red kirin.

Kavanugh da zanîn ku îdiayên destdirêjîya seksî ‘’kempeyna reşkirinê’’ ya Partîya Demokrat e ku armanc dike peyvajoya erêkirina wî kirêt bike.

Ger Kavanaugh ji hêla Civata Senatoran ve were pejirandin, ewê dê bibe yek ji neh dadwerên dadgehê û şûna Anthony Kennedy bigire ku meha borî karkenarbûna xwe ragihandibû.

Ger berbijarîya Kavanaugh ji alîyê Senato ve were pejirandin, li Dadgeha Bilind wê baskê konservatîf xurtir be.

XS
SM
MD
LG