Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Biryarnameya Dijî Koçberên ji Amerîka Latînî Tên Îmza Kir


Serokê Amerîka Donald Trump biryarnameya ku rê li ber serlêdana penabertîyê ya kesên di rêkên neqanûnî re ji Meksîka dikevin Amerîka digire, îmza kir.

Biryarname sibê Şemîyê dikeve dikeve merîyetê û dê 90 roj bidome. Karbidestên Amerîkî dîyar dikin ku dê biryarname bandorê li zarokên koçber yên bê dê û bav nake.

Sekretera Ewlekarîya Neteweyî Kirstjen Nielsen da zanîn ku serlêdananên penabertîyê pir zêde bûne û hin serlêdanên pûç li pêş kesên mafên wan yên penabertîyê heye dibin asteng.

Li gor biryarnameyê, koçberên ku ji Meksîka tên, ger bi rêkên neqanûnî di hindurê Amerîka kevin yan dê girtîgehê kevin yan jî dê werin dersînor kirin.

Trump bang li koçberan kir ku ji derîyên gumrukan bi rêkên qanûnî derbazî Amerîka bibin.

Hin komên 8000 koçberên ku di meha Cotmehê de ji Honduras, Guatemal û El Salvador bi rê ketibûn gihaştine sînorê Amerîka.

XS
SM
MD
LG