Karbidestên Amerîkî îro Sêşemê ji Ajansa Reuters re ragihandin ku dibe ku Serok Donald Trump di çerçova paşvekişandina cîhanî de, nêzî tevahîya leşkerên Amerîkî ji Somalî vekşîne û dikare hejmara leşkerên li Afganîstanê bi rêjeyeke mezin kêm bike û herwiha vekişîneke piçûk ya li Îraqê pêk bîne.
Karbidestên ku nexwestin navên xwe eşkere bikin, gotin ku tiştek nehatiye zelal kirin û ti ferman ji alîyê artêşa Amerîkî ve nehatiye girtin.
Lê, îroja xuya bû ku bendewarîyek zêde dibe ku fermanên paşvekişandinê dê zûtir werin dîyar kirin.
Pentagon şîrovekirina di derbarê biryarên pêşerojê yên bo vekişandina leşkerên Amerîka, red kir.
Reuters roja Duşemê ragihandibû ku tevî ku Trump soz dabû ku ewê tevahîya leşkeran Serêsalê vekişîne jî, Trump ekişînek qismî ya ji Afganistanê, xwestîye.
Heman karbidestên Amerîkî dibêjin ku hevdem, tê çaverê kirin ku Trump fermana vekişîneke piçûk ya li Îraqê,ji 3.000 heya 2.500 leşkeran bide.
Li Somaliyê jibo alîkarî ya hêzên herêmî têkbirina serhildana El-Şabab ya ku girêdayî El Qaîde ye, qasî 700 leşkerên Amerîkî hene.
Ev operasyon, li Amerîka pir hindik bala mirovan dikişîne lê di xebatên cîhanî yên Pentagonê yên şerê dijî rexistina El Qaîde de, wek xaleke bingehîn tê hesibandin