Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Serdana Xwe ya Londonê Betal Kir


Serokê Amerîka Donald Trump ragihand ku ewê serdana xwe ya bo vekirina balyozxaneya nû ya Amerîkî li Londonê betal bike.

Trump ji ser hesaba xwe ya Twitterê got ku wî serdana xwe betal kiriye jiber ku cîhê berê ya balyozxaneya Amerîkî bi nirxeke erzan hatiye firotin.

"Sedema betalkirina serdana min ya Londonê ew e ku ez ne razî me ku Rêvebirîya Obama, belku cîhê balyozxaneya herî baş li Londonê bi nirxê fistiqên erdê bifroşe û bi buhayê 1.2 mîlyar dolaran yeke nû ava bike. Bazarke ûir xirab e. Dixwazin ku ez wê vekim-NO!" Trump nivîsî.

Li ber bû, Trump di meha Şubatê de serdana Londona paytaxta Brîtanya bikira û balyozxaneya nû ya Amerîkî vekira.

XS
SM
MD
LG