Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Li Bendê Me ku bi Macron re Bixebitim


Serokê Amerîka Donald Trump, li ser hesabê xwe yê Twitter'ê Emmanuel Macron jiber serkeftina wî ya di hilbijartina serokomarîya Fransa de pîroz kir.

Trump dîyar kir ku ew li bendê ye ku kêlîyekê zûtir bi Macron re bixebite.

"Jiber serkeftina Emmanuel Macron, ku wî dike serokomarê nû yê Fransa, ez wî pîroz dikim. Ez pir li bendê me ku hema bi wî re bixebitim'' Trump got.

Hêjayî bîrxistinê ye, Macron 39 salî ye û serokomarê herî ciwan yê dîroka Fransa ye.

XS
SM
MD
LG