Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Mattis Cureyekî Demokratan E


Serokê Amerîka Donald Trump di kanala CBS News de ser Wezîrê Berevanî Jim Mattis got ku ‘’cureyekî Demokratan e’’

Trump dîyar kir ku tevî ku ew difirkire ku Mattis ‘’cureyekî Demokratan e’’, peywendîya wan baş e

Ser îdiayên karvekişîna Mattis, Trump dîyar kir ku wezîrê berevanî ser vê mijarê tiştek ji wî re negotiye.

‘’Dibe ku karvekişîne bifikire, li gor min ew cureyekî Demokratan e. Le Mattis yekî rind e. Ez û wî em baş li hev dikin’’ Trump got.

Trump da zanîn ku wek wezîrên din Mattis jî kengî bixwaze dikare vekişe.

Meha borî medya îdia kiribu di navbera Trump û Mattis de girjî çêdibin, lê Mattis ew îdia red kiribûn.

XS
SM
MD
LG