Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Min May Rexne Nekir


.
.

Serokê Amerîka Donald Trump, di roja duyê ya serdana Brîtanya de, bi serokwezîra wî welatî Tehresa May re preskonferanseke hevpar li dar xist.

Trump, ser hin hevokên ku rojnameya The Sun ya Brîtanya ragihandibû ku wî de hevpeyvînê de got ku ‘’nûçeyên derew in’’ û da zanîn ku wî stratejîya May ya Brexitê rexne nekiriye.

Li gor hevpeyvînê, Trump, Bajarvanê Londonê Sadiq Khan rexne dike û dîyar dike ku Wezîrê Derve yê Brîtanya, ku hefteya borî karvekişîna xwe dabû, dibe ku di siberojê de bibe serokwezîrê Brîtanya.

Trump da zanîn ku wî bo May gotinên xweş jî kirine, lê ew nehatine weşandin.

Serok Trump dîyar kir ku wî xwestiye ku ji Xanim May lêborînê bixwaze lê wê gotiye ku ‘’Dev jê berde, medya ev e’’

Trump da zanîn ku ger hevpeyvîn werin tomar kirin ewê gelek kêşe çareser bibin.

Rojnameya Sun ragihand ku ew li pişt nûçeya xwe ne û dîyar kir ku ew bo îdiayên ‘’nûçeya derew’’ dibêjin ku ‘’nûçeya derew’’ e

XS
SM
MD
LG