Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Rexneya Tund li Hin Medya Dike, Qesra Sipî jî Wan Venedixwîne Civînê


Serokê Amerîka Donald Trump, di axaftina xwe ya Konferansa Tevgera Polîtîk ya Konservatîf (CPAC) de êrîşên xwe yên ser medya nûçevanî îro Înê jî dubare kirin.

Serok Trump rexne li medya nûçevanî kir ku di raportên xwe de jêdêrên nezelakirî bi kar tînin.

Trump di konferansa here mezin ya konservatîfan de, li pêş hezaran kes medya tawanbar kir ku ligel karanîna jêderên bênavkirî raportên derew çêdikin û wî li pêş bîragiştî xirab nîşan didin.

Piştî axaftina Trump, Qesra Sipî rê neda hin dezgehên navdar yên Amerîkî ku brifîngeke girtî bişopînin.

Berdevkê Qesra Sipî Sean Spicer asteng kir ku CNN, New York Times, Los Angeles Times û Politico tev li wê civînê bibin û wek protestokirina wê biryarê, Associated Press û kovara Time jî beşdarî bernamê nebûn.

Edîtorê karger yê Washington Post Marty Baron bi daxuyanîyekê bersîva Trump da û berevanî li raportên rojnama xwe yên hember Trump kir.

XS
SM
MD
LG