Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Trump Dê Ser Kompanîyên Medya Civakî Biryarnameyekê Îmza Bike


Berdevika Qesira Sipî Kayleigh McEnany dîyar kir ku Serok Donald Trump dê dijî kompanîyên medya civakî biryarnameyekê îmza bike.

Kayleigh McEnany ser naveroka biryarnameyê ti agahî neda.

Twitter, bo du peyamên Trump hişyarîya ‘’piştrastkirina agahîyê’’ dabû û wî gotibû ku ewê wan kompanîyên medya civakî bigire yan guherînan ji wan bixwaze.

Trump dabû zanîn ku Komarî hîs dikin ku platformên medya civakî dengên konservatîfan dibirin, lê ewê nehêlin ku careke din tiştekî wisa çêbe.

Rêvebirîya Twitterê li ser gotinên Trump hîn ti daxuyanî nedaye.

Donald Trump bi awayekî çalak li ser Twitterê dinivîse û pirtir ji 80,000,000 şopînerên wî hene.

XS
SM
MD
LG