Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Ewê Serdana Sînorê Meksîko Bike


Serokê berê yê Amerîka Donald Trump bi daxuyanîyekê dîyar kir ku ewê jiber zêdebûna koçberên derbazî welêt dibin serdana sînorê Tekas û Meksîko bike.

Donald Trump da zanîn ku ew dê bi Walîyê Teksasê Greg Abbott re, ku ew jî wek wek wî ser zêdebûna koçberan nerazîbûna xwe dibêje, here sînorê Meksîko.

Hin Komarî dibêjin ku rêjeya koçberan ya mehana rabûya asta herî bilind ya 20 salên dawî û Serok Biden jiber pûçkirina sîyaseta Trump ya bo koçberîyê rexne dikin.

Trump da zanîn ku ew dê ser vexwendina Abott di 30’ê Hezîranê de serdana sînor bike.

Wî got ku berê dilê welatên cîhanê bi ewlekarîya wan ya sînor dimaye û da zanîn ku niha jî rewişa hidûd xirab e û ti qanûn li wir tune.

Sînor 2,000 kîlometre ne û Trump û Abbott hîn dîyar nekirine ku ewê serdana kê derê bikin.

Trump avakirina dîwareke li sînor kiribû yek ji karên xwe yên dema seroktîyê, lê Biden di roja pêşî ya seroktîyê de gotibû ku dîwar ne ti çareserî ye û avakirina dîwêr rawestandibû.

Abbott gotibû ku ewê bo eyaleta Teksasê dîwêr ava bikin, lê qanûn rê dide tiştekî wisa yan ne hîn ne zelal e.

XS
SM
MD
LG