Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Îro Mêvandarîya Angela Merkel Dike


Serokê Amerîka Donald Trump û hevtaya wî ya Alman Angela Merkel îro Înê li Qesra Sipî dicivin.

Trump û Merkel di vê hefteyê de ewê berê hevdu bidîtana, lê jiber bahoza berfê ya li bakurê rojhilata Amerîka civîna wan ji îro re hat taloq kirin.

Piştî serokbûna Trump, ev dê bibe civîna wî ya yekê bi bi Merkel re.

Berî hilbijartina Amerîka, Trump gotibû ku Merkel bi pejirandina penaberan siyaseteke şaş dimeşîne û ew Almanya kavil dike.

Merkel jî li dijî fermanên Trump yên ser qedexeya rêwîtîyê derketibû ku her du ferman jî ji alîyê dadgehên Amerîkî ve hatin rawestandin.

Pisporên siyasetê didin zanîn ku dibe ku Trump ji Merkel derbarê Putin pêşnîyazan bigire. Jiber pesnên Trump yên ser Putin, him Komarî him jî Demokrata ew rexne kiribûn.

XS
SM
MD
LG