Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump û Merkel Îro Înê Dicivin


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokwezîra Almanya Angela Merkel îro Înê dê li Qesra Sipî bicivin.

Li ber e ku hevdîtina Trump û Merkel bi qasî sê demjimêr bidome.

Trump, vê hefteyê berî Merkel bi Serokomarê Fransa Emmanuel Macron re kom bûbû.

Macron di serdana xwe de, li Kongresa Amerîkî axaftinek kiribû.

Trump û Merkel cara pêşî di Adara 2017’an de civîyabûn.

Li ber e ku her du rêber di vê civînê ser peymana navokî ya bi Îranê re, baca gumrukê û rewşa Sûrîyê biaxifin.

XS
SM
MD
LG