Serokê Amerîka Donald Trump û Serokwezîra Almanya Angela Merkel, piştî hevdîtina li Qesra Sipî preskonferanseke hevbeş li dar xistin.
Trump ser pirsekê derbarê maytekirina leşkerî ya dijî Îranê got ku ‘’Bawer bikin, ewê çekên navokî çênekin’’
Merkel dîyar kir ku peymana navokî ne ‘’bêqusir’’ e û hemî kêşeyan çareser nake, lê gaveke pêşî ye.
Her du serok ser bazirganîyê jî axifîn. Merkel ser baca gumrukê da zanîn ku dema wê di 1’ê Gulanê de tije dibe û dirêjkirina dema wê girêdayî Trump e.
Merkel da zanîn ku dibe ku Yekîtîya Ewrupa (YE) û Amerîka ser bazirganîya dualî danûstandinan bikin.
Trump jî dîyar kir ku ew dixwazin bi Almanyan û komên din yên Ewrupa re bazirganîyeke dualî û adil bikin.
Trump da zanîn ku Almanya û hevalbendên yên NATO bo berevanîya hevpar pirtir budçe veqetînin.
Serok Trump ser hevdîtina bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong re dîyar kir ku ew bi heyecan li benda civînê ye û ewê deng vede.
Trump her du rêberên Kore bo hevdîtina wan pîroz kir.