Serokê Amerîka Donald Trump îro li bajarê Portsmouth ya Îngîltere bi Serokwezîra Almanya Angela Merkel re kom bû.
Her du rêber jibo beşdarbûna merasîma bîranîna salvegera 75’an ya operasyona D-Day, ku di Şerê Cîhanê yê Duyê de roleke pir girîng lîstibû, çûbûn bajarê Portsmouth.
Trump û Merkel di civîna kin de ser rewşa heyî ya Lîbya û Afrîqaya Rojava axifîn.
Di hevdîtina kurt de Şîretvanê Ewlehîya Netewî ya Amerîka John Bolton û Berpirsê Karûberên Qesira Sipî Mick Mulvaney jî li kelêka Trump amade bûn.