Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Medya Dê Hilbijartinên Mîdterm Wek Referanduma Seroktîya Min Nîşan Bide


Serokê Amerîka Donald Trump çend demjimêr berî Hilbijartinên Mîdterm yên 6’ê Mijdarê li Ohio, Indiana û Missouri çalakîyên hilbijartinê li dar dixîne.

Trup bang li alîgirên xwe kir ku herin ser sindoqan û da zanîn ku medya hilbijartinên mîdterm dê ser seroktîya wî wek referandumê nîşan bide.

‘’Ku ez ne di kaxeza dengdanê de bim jî ya rast ez di kaxeza dengdanê de me’’ Trump got.

Trump dîyar kir ku ger Demokrat li Kongresê kontrolê bi dest xwe xin, dê hewil bidin ku her tiştê di dewra wî de hatiye kirin bi şûnde bistînin.

Keça Serok Trump, Ivanka Trump li mîtînga li Cleveland ya eyaleta Ohio piştgirîya bavê xwe kir û ser sîyaseta aborîyê pesna wî da.

Trump dîyar dike ku bala wî pirtir li ser Civata Senatoran e û ew bawer dike li Civata Senatoran û li Civata Nûneran jî bi ser kevin.

Hilbijartinên mîdterm du sal piştî hilbijartinên seroktîyê têne kirin û gelek endamên Civata Nûneran û Civata Senatoran tên hilbijartin.

XS
SM
MD
LG