Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Êrîşa Hovane ya li Misirê Şermezar Kir


Serokê Amerîka Donald Trump ji hesaba xwe ya Twitterê, êrîşa terorîstî ya li Misirê şermezar kir û ew wek kiryareke ‘’hovane’’ bi nav kir.

Qesra Sipî jî bi daxuyanîyekê êrîşa ser mizgefteke li Misire şermezar kir û bang li civata navnetewî kir ku bo têkbirina komên terorîst têkoşîna xwe xurttir bikin.

Berdevka Qesra Sipî Sarah Sanders dîyar kir ku divê civata navneteweyî, bi hevkarîyê ramanên tundrê yên dibin sebeba êrîşan pûç bikin.

Îro Înê, di êrîşeke bombeyî ya li bakurê Nîvgirava Sîna bi kêmî ve 235 kes hatibûn kuştin. Êrîşa dijî Mizgefta El Rewda dema nimêja Înê dihat kirin, pêk hatibû.

XS
SM
MD
LG