Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump û Moon Îro Sêşemê Kom Dibin


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokwezîrê Koreya Başûr Moon Jae-In îro Sêşemê li Qesra Sipî kom dibin.

Li ber e ku her du rêber ser Hilcivîna Sîngaporê, ku dê 12’ê Hezîranê de li dar keve, danûstandinan bikin.

Koreya Bakur ser vekişîna ji hilcivînê gef xwaribûn û Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence dabû zanîn ku ger Pyongyang beşdarî hilcivînê nebe ewê ‘’şaşitîyeke mezin’’ bike.

Rêvebirîya Koreya Başûr bo ku Pyonyang û Washington kom bibin ketibû hin hewildananan û serokên Koreya Bakur û Koreya Başûr di meha Nîsanê de, li ser sînorê her du welatan hevdîtineke dîrokî li dar xistibûn.

Hin karbidestên Amerîkî yên ku nexwestin navên wan eşkere bibe ji Reuters’ê re dan zanîn ku, berovajî gotinên berê, Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un bo destjêberdana çekên navokî bêdil e û dibe ku Moon ‘’bi nêteke zêde rind’’ li axaftina Kim nihêrîye.

XS
SM
MD
LG