Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Rapora Mueller Nîşan Da ku Ti Hevkarîya Veşartî Çênebûye


Serok Donald Trump dîyar kir ku piştî rapora Dozgerê Taybet Robert Mueller eşkere bûye wî ‘’rojeke xweş’’ derbaz kiriye.

Meuller di rapora xwe de dîyar kiribû ku ser hevkarîya Rûsya û Trump ti delîl tune.

Trump li Qesira Sipî da zanîn ku divê tiştên bi serê wî de hatine bi serê tu serokên din ên li ser kar de neyên.

Wî da zanîn ku bi raproa Mueller derketiye holê ku ‘’ti hevkarîya bi dizî’’ çênebûye û bi berdewamî dîyar kir ku ewê ''ti carî tiştên wisa çênebin''

Meuller rapora ser îdiayên derbarê maytekirina Rûsya li hilbijartinên seroktîyê yên Amerîka yên sala 2016’an di 22 mehan de hazir kiribû.

XS
SM
MD
LG