Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Careke Din Almanya Tawanbar Dike


Serokê Amerîka Donald Trump, sê roj piştî civîna ligel Serokwezîra Almanya Angela Merkel, careke din Almanya sucdar kir ku erka xwe ya li nav NATO bi cîh nayîne.

Trump di mesaja xwe ya Twitterê de got ku "Ew ji para ku divê ew bo NATO&leşkerî bidin, PIR HINDIKTIR dirav didin. Bo Amerîka pir xirab e. Ew yek dê biguhere."

Merkel piştî hilcivîna G-7 ya li Sîcîlya ya Îtalya rexneyêîn nedîrekt ji Trump re kiribû û gotibû ku “ew demên ku Ewrupa ewlehîya ji hinekên din re bihêle, li paş mane”.

Lê, berdevkê wê roja Duşemê dabû zanîn ku Merkel hin jî li ser peywendîyên trans-Atlantîk pêgir e.

XS
SM
MD
LG