Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Endamên NATO Wê Xercên Berevanîyê Pirtir Bikin


Serokê Amerîka Donald Trump dibêje ku endamên NATO qayil bûne ku xercên berevanîyê di nav budceyên xwe yên leşkerî de demûdest pirtir bikin.

Trump ew daxuyanî îro li navenda NATO ya li Brukselê, di dawîya hilcivîna du rojî de da.

Daxuyanîya neplankirî ya Trump, demeke pir kurt piştî daxuyanîya NATO hat ku banga rûniştineke taybet ya tenê jibo endaman kiribû.

Trump roja Çarşemê rexneyên tund li NATO kiribû ku bi tera xwe dirav bona NATO xerc nakin û Amerîka barê giran ya NATO hilgirtiye ser xwe.

"Ez bi NATO bawer im, lê neheqî ji Amerîka re tê kirin jiber ku nêzî 70 heta 90 ji sedê budceya NATO li ser Amerîka ye û ew jî neheqîyîke mezin e. NATO niha bû makîneyeke ku baş dixebite.”

Trump taybetî rexneyên giran li Almanya kiribû ku “ketiye lepên Rûsya” jiber ku Berlînê rê daye kompanya enerjî ya Rûsî Gazprom ku xeteke nû ya borîyên neftê li nav avên wê ava bike.

Trump li ber e piştî Brukselê, wek mevanê fermî yê Serokwezîra Brîtanya Theresa May, here wî welatî.

XS
SM
MD
LG