Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NYT: Trump Dixwaze Amerîka ji NATO Derxîne


Rojnameya New York Times ji zarê karbidestên payabilind ragihand ku Serok Donald Trump di sala 2018’an de gelek caran gotiye ku divê Amerîka ji NATO derkeve.

Trump sala borî çend caran dîyar kiribû ku ger NATO mesrefên leşkerî bidomîne dibe ku ew Amerîka ji NATO vedikişîne.

Karbidestên ku piştgirîya NATO dikin, dibêjin ku dibe ku Trump careke din vegere ser wê ramanê û jiber wê ketine fikaran.

Li gor gotina karbidestan, Serok Trump, par berî Hilcivîna NATO ji berpirsên ewlekarîyê yên payabilind re gotiye ku ew armanca NATO fehm nake.

Nûçeya New York Timesê dide zanîn ku jiber ku li gor Wezîrê Berevanî yê Berê Jim Mattis û Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka John Bolton vekişîna ji NATO dikare bandora Washingtonê ya li Ewrupa kêm bike û wêrekîyê bide Rûsya, wan qet qala vekişîna ji NATO nekir û dîyar kirin ku stratejîya Amerîka neguherîye.

Karbidestên Amerîkî dîyar dikin ku ger Amerîka ji NATO vekişe ewê herî zêde kêrî Rûsya were.

XS
SM
MD
LG