Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Ji Vîrusa Korona Netirsin


Serok Donald Trump ji Twitterê dîyar kir ku ewê di 18:30 de ji nexweşxaneyê derkeve.

Trump, ku li Nexweşxaneya Walter Reed dimîne, da zanîn ku ew xwe baş hîs dike.

‘’Ji vîrusa korona netirsin, nehêlin ku ew li ser jîyana hikûmranîyê çêke’’ Trump nivîsî.

Wî da zanîn ku di dema rêvebirîya Trump de de dermanên rind hatine çêkirin û got ku ew xwe ji 20 salên berê çêtir dibîne.

Doktorê Donald Trump, Sean Conley di brîfînga dawî de dîyar kiribû metirsîya bo Trump hîn bi temamî derbaz nebûye, lê ew dikare ji nexweşxaneyê derkeve.

Conley da zanîn ku Trump di 72 saetên dawî de ta negirtiye û oksîjena wî jî rabûye asta normal.

Wî roja Yekşemê gotibû ku rewişa Trump giran e û dîyar kiribû ku jiber ku di xwîna wî de oksîjen kêm bûye wan oksîjen lê zêde kiriye.

XS
SM
MD
LG