Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Ser Twitterê Piştgirî Da Pêşnîyara Tendirustî ya Komarîyan


Serokê Amerîka Donald Trump, li pêş dengdanê di nav Civata Nûneran de, îro Înê bi çend mesajên Twitterê piştgirî da pêşnîyara tendirustî ya Komarîyan û ew wek planeke hêja bi nav kir.

"Piştî salên nekêrhatî yên ObamaCare, niha derfet ji we re çêbû ku xwe bigehînin planeke baştir ya saxlamîyê," Trump di peyama xwe de got.

Li ber bû dengdana pêşnîyara plana nû ya Komarîyan şeva borî bihata kirin, lê ew heta paşxistin piştî ku karbidestîn rêvebirîya Trump nikarîbûn hin qanûndanêrên konservatîf yên Komarî îkna bikin.

Trump îdia kir ku wî danûstandina xwe bi qanûndanêrên hevrik re temam kir û niha amade ye heta dawî destek bide wê planê.

Ku hin astengên nû dernekevin, çaverê ye dengdana pêşnîyara nû derengîya îro were kirin.

XS
SM
MD
LG