Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Parêzerê Wî Rudy Giualini bi ''Vîrusa Çînê'' Ketiye


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku parêzerê wî Rudy Giuliani bi vîrusa korona ketiye.

Trump rewişa Rudy Giualini ji Twitterê ragihand.

‘’Testa vîrusa Çînê ya bajarvanê herî rind yê dîroka New Yorkê Rudy Giualini, ku herwiha bo hilbijartina herî sexte ya dîroka Amerîka eşkere bike bêrawestan dixebite, pozîtîf derket. Derbazî be Rudy, emê bidomînin.’’ Trump nivîsî.

Giualini jî ji hesabên xwe yên medya civakî piştrast kir ew ku bi vîrusa korona ketiye.

Wî da zanîn ku saxlemîya wî baş e û spasîya kesên ku halên wî pirsîne kir.

Rudy Giualini li hin eyaletan dozên Trump yên ser hilbijartinê dişopîne.

XS
SM
MD
LG