Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Emê Heta Dawîya 2020'an Herî Kêm 100 Mîlyon Perpûna Vîrusa Korona Belav Bikin


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku dibe ku ew heta dawîya sala 2020’an bi kêmî ve 100 mîlyon perpûna vîrusa korona belav bikin.

Ew texmîna Trump û dîroka Serokê Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşîyan (CDC) Robert Redfield bo perpûnê eşkere dike hevdu nagirin.

Redfield li Kongresê dîyar kiribû ku ewê perpûna vîrusa korona di dawîya ribê duduyan ya 2021’an û ribê wê yê sisêyan de di nav civakê keve.

Trump ser gotinên Redfield got ku ‘’Herhal serê wî li hev ket vê pirs şaş fehm kir.’’ Wî da zanîn ku ewê dîtina perpûna vîrusa korona ti car heta wê dema ku Redfield dîyar dike, nemîne.

Serok Trump ser gotinên Redfield yên derbarê karanîna maskan, ku wî dîyar kiribû ku dibe ku mask ji perpûnê çêtir berevanîyê çêkin, da zanîn ku Redfield pirsa ser wê mijarê jî şaş fehm kiriye û got ku karanîna maskan ji perpûnê ne ewletir e.

Serokê CDC Redfield gotibû ku hejmareke kêm ya perpûna vîrusa korona dê heta Mijdar û Berfanbarê hazir be û dîyar kiribû ku ew jî dê bo nexweşên rewişa wan giran e were karanîn.

Redfield gotibû ku ewê bo temamê civakê belavbûna perpûna vîrusa korona heta şeş yan heşt mehan bidome.

Trump dîyar kir ku bi qasî Rêvebirîya Xwarin û Dermanan ya Federalî (FDA) perpûna vîrusa korona bipejirîne ewê artêş dest bi belavkirina wê bike.

Wî da zanîn ku plana wan ya ser belavkirina perpûnê ‘’mezin û bêhemta’’ ye.

Trump îdia kir ku jiber ku ew perpûna vîrusa korona dibînin rêvebirên Partîya Demokrat dijî wê diaxifin û bang li wan kir ku dev ji wan gotinên xwe berdin û bo jîyanên Amerîkîyan metirsîyan çênekin.

XS
SM
MD
LG