Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dixwaze ku li Dibistanan Perwerdeya Rû bi Rû Destpê Bike


Serokê Amerîka Donald Trump careke din dîyar kir ku dibistan divê di payîzê de vebin.

Donald Trump, bi cîgirê xwe Mike Pence û Wezîra Perwerdeyê Betsy Devos re li Qesira Sipî beşdarî çalakîya ser vebûna dibistanan bû.

Trump pêşnîyazên hin pisporan yên ku dibêjin ‘’Diivê dibistan di hefteyekê de bi tenê hin rojên dîyar vebin’’ rexne kir.

‘’Ew konsepta ku dixwaze zarok hin rojan biçin dibistanê hin rojan ne, tewş e. New wisa? Ger zarok dê herin dibistanê, bila herin.’’ Trump got.

Wî gotin li ber Berbijarê Demokrat Joe Biden xist û da zanîn ku zarokên pewerdeyê di îzolasyonê de dibînin, mîna wan berbijarên seroktîyê ne ku ji jêrzemîna mala xwe li komputerê dinêrin.

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence jî da zanîn ku ew dixwazin ku dibistan bi awayekî ewle vebin û got ku bo vebûna dibistanan ew li bendê ne ku Kongres 105 mîlyar dolar alîkarî bide.

XS
SM
MD
LG