Piştî ku bi hefteyan wî dîyar kir ku dê di şerê ser kar mayînê de wê serketî be, Serokê Welatên Yekbûyî Donald Trump roja Pêncşemê derbarê kiryarên xwe vîdyoyek derxist û her wekî "serketinên dîrokî" bi nav kir û got: "Divê Em Jibo Tiştên ku Hatine Kirin Werin Bîranîn."
Trump, ku hêj bi fermî şikestina xwe ya hilbijartina meha 11 dijî Joe Bidenê Demokrat qebûl nekiriye, piştî ku ji cihê seyrengeha xwe ya li Florida vegerîya Washingtonê di nav kêşeya digel Kongresê li ser bernivîsek parastinê û alîkarîyên jibo vîrûsa koronayê, peyama xwe li ser Twitterê belav kir.
Trump pesna serketinên rêvebirîya xwe da û amaje bi şerê dijî pandemîya vîrûsa koronayê û jinûve avakirina aborîyê kir.
Trump, ku di Cotmehê de 10 COVID-19 girtibû, gelek caran tundîya pandemîyê piştguh kir û gelek pisporên tendirustîyê bersiva çavdêrîya wî her wekî bêrêxistin, bêserûber û ku carcaran jî zanista derbarê belavbûna vîrûsê piştguh kiriye rexne kirin.
Trump got ku Welatên Yekbûyî di demek rekorî de vaksîna COVID-19ê çêkiriye û wî bi diristî pêşbînî kiriye ku ev dê berî dawîya salê derkeve.
Welatên Yekbûyî di nav wan welatan de ye ku COVID-19 herî zêde bandor lê kiriye û di mirinan de serê cîhanê dikêşe, bi pirtirî 344,000 mirinên ku bi fermî sedema wan vîrus e, li gorî Navenda Çavkanîya Johns Hopkins ya Vîrûsa Koronayê.
Biryar e Trump li seyrangeha xwe ya Mar-a-Lago beşdarî şahîyeke şeva sersalê bibe.
Qesra Spî sedemek jibo vegera wî ya zû bo Washingtonê dîyar nekiriye, lê ev dikeve dema kêşeya Trump digel Kongresê li ser vetoya wî ya bernivîsa parastinê û daxwaza wî bo zêdekirina diravên teşvîka COVID-19ê û her wiha bilindbûna alozîyan digel Îranê.
Trump guh neda pirsên rojnamevanan yên derbarê Îranê û ka ew dê beşdarî vekirina Biden ya 20ê meha yek bibe dema ku ew vegerîya Qesra Spî.
Rêberê Piranîya Civata Senatoran Mitch McConnell, Komarîyê herî payebilind, roja Çarşemê derbeyek mirinê weşand hewildana Trump jibo zêdekirina alîkarîya vîrûsa koronayê bo Amerîkîyan û red kir ku dengdaneke bilez li ser bernivîsê were plan kirin da ku alîkarîyê ji 600 dolaran bilind bike bo 2000 dolaran di nav de paketa alîkarîyê ya 892 mîlyar dolaran ku di serê vê mehê de ji alîyê Kongresê ve hatibû qebûl kirin.
Îdîayên bê bingeh
Hevalên Trump yên Komarî di Kongreyê de bi piranî çar salên digel wî neçar mabûn, lê ew bi hêrs e ku wan bi tevahî destek nedaye îdîayên wî yên bê binetar yên sextekerîya hilbijartinê anjî yên li ser teşvîqa diravan û vetoyê.
Trump vê hefteyê bi tweetan êrîşî serokên Komarî kir û ew her wekî "pûç" binav kir û partî bi "xwesteke mirinê" tawanbar kir, heke ew diravên teşwîkê jibo Amerîkîyên zehmetkêş zêde neke.
McConnell roja Pêncşemê dîsa dengdanek li ser bernivîsek cûda ya ku diravên teşwîqê zêde bike red kir û bi "sosyalîzma jibo mirovên zengîn" û " rêyek xirab ya wergirtina alîkarîyê jibo malbatên ku bi rastî pêwîstî pê heyî" binav kir. Bernivîs roja Duşemê ji alîyê Civata Nûneran ya di bin kontrola Demokratan de hat qebûl kirin.
McConnell herwiha got ku divê çi gengeşî derbarê pesendkirina Qanûna Destûra Parastina Netewî (NDAA) ya 740 mîlyar dolaran nebe, ku Trump veto kiribû jiber ku ew hinek parastinên qanûnî jibo kampanîyên teknolojîyê betal nake.
"Me 59 salan rasterast Qanûna Destûra Parastina Netewî (NDAA) derxistin," McConnell got. "Di çend rojên pêşîya me da - rêya hêsan anjî rêya dijwar - em dê karê xwe carek din bikin. Ev sazîye dê berpirsîya me li hember mêr û jinên ku welatê me diparêzin bi cîh bîne."
Civatê roja Duşemê deng da ku vetoya Trump were betal kirin. Senato dê roja Înê danê nîvro ji bo rûniştinek Sersala Nû bicive ku tê de tê çavrê kirin ku qanûndaner du dengên prosedurî yên pêşî dê bavêjin da ku vetoyê betal bikin. Heke ew bi ser bikeve, tê çavrê kirin ku Senato roja Şemîyê dengdana duyem ya prosedurî dê pêk bîne û dûv re dengdana dawîn ya derbazbûnê heye.
Alozîyên digel Îranê
Di vê navberê de, alozîyên Welatên Yekbûyî û Îranê dîsa zêde bûn.
Wezîrê Derve yê Îranê Mohammad Javad Zarif roja Pêncşemê Washington bi hewildana çêkirina hecetekê jibo êrîşkirina ser welatê wî tawanbar kir û da zanîn ku Tehran dê xwe biparêze her çend ew li şer nagere.
Du firokên bombardûmanên B-52 yên Amerîkî roja Çarşemê li ser Rojhilata Navîn firîyan ku karbidestên Amerîkî digotin peyameke ragirtina Îranê bû berî yekemîn salvegera êrîşa dronên Amerîkî ku rêberê leşkerî yê Îranî Qasim Silêmanî di 3yê meha yek sala 2020an de kuştibû.