Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un li Sîngaporê kom bûn.
Trump dîyar kir ku wan ‘’peymaneke berfireh’’ îmza kiriye, lê hurgilîyên peymanê hîn eşkere nebûne.
Trump piştî hilcivînê da zanîn ku wî û Kim ‘’peywendîyeke taybet’’ çêkiriye û got ku ewê rêberê Koreya Bakur vexwîne Qesra Sipî.
Kim jî piştî hilcivînê dîyar kir ku ewê ‘’cîhan guherîneke mezin bibîne’’ û wan êdî rojên berê li dû xwe hiştine.