Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dê Plana Aştîyê ya Rojhilata Navîn Eşkere Bike


Serokê Amerîka Donald Trump dê di hefteya pêş de Plana Aştîyê ya Rojhilata Navîn eşkere bike.

Trump ser Plana Aştîyê ya Rojhilata Navîn got ku ‘’Ew planeke mezin e û bi rastî dê kêrhatî be’’

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û rêberê rikeberîya wî welatî Benny Gantz dê di hefteya pêş de li Qesira Sipî bin.

Serokê Amerîka ser Netanyahu û Gantz got ku ‘’Her du jî lihevkirinê dixwazin û dixwazin ku ser aştîyê danûstandinan bikin’’

Jiber ku Amerîka, Orşelîm wek paytexta Îsraîlê nas kiribû û balyozxaneya Amerîkî biribû wî bajarî, rêberên Filîstînî bertekên tund nîşan dabûn.

Trump dide zanîn ku ger plana aştîyê eşkere bibe,''Filîstînî dê di serî de bertekan nîşan bidin, lê plan bo berjewendîya wan e jî''.

XS
SM
MD
LG