Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn: Dibe ku Putin û Trump li Vîetnamê Kom Bibin


Kremlînê ragihand ku Serokomarê Rûsya Vladimir Putin û Serokê Amerîka Donald Trump dibe ku vê hefteyê li Vîetnamê kom bibin.

Şîretvanê Polîtîkaya Derve yê Putin, Yuri Ushakov da zanîn ku rêberê Rûs dê roja Înê li Danang ya Vîetnamê, di Hilcivîna Hevkarîya Aborî ya Asya Pasîfîk de bi Trump re bicive.

Ushakov da zanîn ku her du rêber dibe ku ‘’civîneke berfireh’’ jî li dar bixînin.

‘’Hin tiştên dê werin axaftin hene û em ji bo vê hazir in’’ Ushakov got û dîyar kir ku mijarên civînê dê şerê li Sûrîyê, kêşeya Koreya Bakur û arîşeyên di peywendîyên dualî de bin.

Berdevkê Putin, Dmitry Peskov jî da zanîn ku karbidestên Rûs û Amerîka hewil didin ku dema hevdîtina Trump û Putin dîyar bikin. Peskov got ku ‘’bi îhtîmaleke mezin’’ ewê de her du serok kom bibin.

Hêvîyên Moskowê yên bo di dewra Trump de xurtkirina peywendîyên Amerîka û Rûsya, jiber îdiayên ser maytekirina Rûsya ya di hilbijartina Amerîka ya 2016’an de derbe xwarin.

Trump û Putin, cara yekê di meha Tîrmehê de li Hilcivîna G-20 ya li Hamburg ya Almanya kom bûbûn. Ji wê çaxê ve, girjîya di navbera her du dewlet de gurtir bû. Kongresê toleyên nû yên dijî Rûsya pejirand û rêvebirîya Moskowê xwest ku Amerîka hejmara karmendên dîplomatîk yên li Rûsya kêm bike. Washingtonê jî ser vê yekê hin ofîsên dîplomatîk yên Rûs yên li Amerîka girtin.

Putin, rikeberên siyasî yên Trump yên li Amerîka, jiber astengkirina peywendîyên Moskow û Washingtonê tawanbar dike.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov jî li Vietnamê da zanîn ku ‘’hewildana xurtkirina peywendîyên dualî dibe qurbanîya nîqaşên navxweyî ya Amerîka.’’

XS
SM
MD
LG