Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sipî: Serok Trump û Putin li APEC'ê Nacivin


Berdevka Qesra Sipî Sarah Sanders ragihad ku Serokê Amerîka Donald Trump û hevtayê wî yê Rûs Vladimir Putin, dê li hilcivîna Hevkarîya Aborî ya Asya-Pasîfîk (APEC) necivin.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî da zanîn ku kordînasyon didome û hîn tiştek zelal nebûye.

Sanders dîyar kir ku her du serok jiber bernameya wan ya tije nikarin kom bibin.

‘’Dê li heman cîhî bin. Gava li hev rast werin dê silavê li hevdu bidin? Bêguman, mimkun e. Lê di bernameyê de ti hevdîtineke fermî tune û ne li ber e ku bibe’’ Sanders got.

Cîgirê Serokê Rûsya Yuri Uşkavo dabû zanîn ku Trump û Putin dê îro Înê kom bibin.

Her du serok, cara yekê rû bi rû li Hilcivîna G20 ya li Almanya kom bûbûn.

XS
SM
MD
LG