Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Putin Ser Aştîya Rojhilata Navîn Axifîn


Trump û Putin
Trump û Putin

Serokê Amerîka Donald Trump û hevtayê wî yê Rûs Vladimir Putin bi rêka telefonê ser hewildanên aştîya di navbera Îsraîl û Filîstinê de axifîn.

Serok Trump jiber qezaya firoka Rûsya, ku 71 kes jîyana xwe ji dest dabû, ji Putin re sersaxî xwest.

Putin, li Moskowê dema bi Serokê Filîstinê Mahmud Abbas re civîya, qala axaftina xwe ya bi Trump re kir. Serokê Rûsya da zanîn ku rewşa Rojhilata Navîn dûrî xwestekên Moskowê ye.

Medya Rûsya dîyar kir ku Abbas di civînê de ji Putin re gotiye ku ew naxwazin Washington di navbera Filîstin û Îsraîlê de bibe navbeynkar.

Serok Trump gotibû ku Amerîka êdî Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê dibîne û civaka navneteweyî bertek nîşan dabûn.

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî bi piranîya dengan biryarnameyeke dijî biryara Trump pejirandibû.

XS
SM
MD
LG