Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump, Putin Vedixwîne Washingtonê


Serokê Amerîka Donald Trump, ji Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî John Bolton xwest ku Serokomarê Rûsya Vladimir Putin, di payîzê de vexwîne Washingtonê.

Berdevka Qesra Sipî Sarah Sanders da zanîn ku bo hevdîtina di payîzê de danûstandin didomin.

Sanders, derbarê cîhê hevdîtina Trump û Putin ti agahî neda, lê dibe ku hevdîtin li Qesra Sipî pêk were.

Trump dabû zanîn ku ew dixwaze bi Putin re hilcivîneke din çêke.

Serokê Amerîka dîyar kir ku bo ramanên di Hilcivîna Helsînkî de pêk werin, divê hilcivîneke din li dar keve û da zanîn ku bi Hilcivîna Helsînkî Washington û Moskowê bo pêşdeçûna peywendîyan gavek avêtine.

Trump bo rexneyên dijî hilcivînê bertek nîşan da û medya tawanbar kir. Serok Trump, da zanîn ku medya dixwaze girjîya bi Rûsya re gur bike û rê li ber cenga bi wî welatî re veke.

Trump dîyar kir ku ew bi çar çavan li benda hilciv3ina duyê ye û got ku ew bawer dike ku ewê kêşeyên wek terorîzm, aştîya Rojhilata Navîn, Ukrayna û Koreya Bakur çareser bikin.

XS
SM
MD
LG