Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sipî: Sedema Betalbûna Civîna Trump û Putin Ne Vekolîna Rûsya Ye


Berdevka Qesra Sipî Sarah Sanders dîyar kir ku sedema betalbûna civîna Serok Donald Trump û Serokê Rûsya Vladimir Putin ne vekolîna Rûsya ye û got ku ew îdiayên wisa hemî derew in.

Sanders da zanîn ku vekolîna ser îdiayên derbarê peywendîya Trump û Rûsya ya dema hilbijartina seroktîyê ya 2016’an dibe ku zararê bide danûstandinên Washington û Moskowê.

Wê dîyar kir ku bi vekolîna Rûsya ya Dozgerê Taybet Robert Mueller, peywendîya Amerîka û Rûsya qels dibin û got ku sedema betalbûna civîna Trump û Putin, Ukrayna ye.

Serokê Amerîka Donald Trump perî here Hilcivîna G20 ya li Arjantînê dabû zanîn ku jiber kêşeya di navbera Rûsya û Ukrayna de wî civîna fermî ya bi Trump re betal kiriye.

Medya navneteweyî îdia dike ku Trump dê bi Putin re li ser nigan hevdîtinekê bike, lê karbidestekî Qesra Sipî yê ku nexwest navê wî eşkere bibe ew îdia jî red kir.

XS
SM
MD
LG