Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin û Trump li G20 ya Japonya Kom Bûn


Serokê Amerîka Donald Trump û hevtayê wî yê Rûs Vladimir Putin li G20 ya li Japonya kom bûn.

Berî civînê, rojnamevanekî ji Trump re got ku ‘’Hûnê derbarê maytekirina Rûsya li hilbijartina Amerîka jî biaxifin?’’ û li ser vê Trump got ku ‘’Erê, bêguman’’

Piştre Trump li Putin zivirî û ji wî re got ku ‘’Li hilbijartina me mudaxale neke’’

Gava ew gotinên Trump hatin wergerandin Putin bişirî.

Îdiayên ser maytekirina Rûsya li hilbijartina Amerîka demeke dirêj di rojeva Washingtonê de bû.

Dozgerê Taybet Robert Mueller piştî xebateke bi qasî du salan dabû zanîn ku ti delîlên nîşan didin ku Rûsya li hilbijartina Amerîka mudaxale kiriye, tune.

XS
SM
MD
LG