Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump û Putin Îro bi Telefonê Peyîvîn


Qesira Sipî îro Duşemê ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Rûsya Vladimir Putin îro bi telefonê peyivîn û rewşa peywendîyên dualî gotûbêj kirin.

Qesira Sipî sedema fermî ya axaftinê wek sipaskirina Putin ya ji Trump re nîşan da, lê ti hûrgilî neda.

Berdevikê Qesira Sipî Hogan Gidley got ku îstixbarata ku Amerîka da Rûsya bû alîkar ku pêşîya êrîşeke terorîstî li Rûsya were girtin.

Hikûmeta Rûsya roja Yekşemê ragihandibû ku wê bi xêra îstixbarata ku ji Amerîka hatiye, pêşî li êrîşeke terorîstî girtiye.

Trump roj Pêncşemê hişyarî dabû Rûsya, Sûrîyê û Îranê ku li herema Îdlibê ya Sûrîyê sivîlan nekujin.

“Rûsya, Sûrîyê û Îranê aniha bi hezaran sivîlên masûm dikujin yan hazirî dikin ku bi hezaran ji wan li Îdlibê bikujin,” Trump ji hesaba xwe ya Twitterê gotibû.

XS
SM
MD
LG