Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevika Melania Trump Bû Berdevika Qesira Sipî


Melania Trump, hevjîna Serok Donald Trump dîyar kir ku berdevika wê ya medya Stephanie Grisham bûye Berdevika Qesira Sipî.

Grisham, ku ji 2015’an vir ve bi tîma Trump re dixebite dê herwiha wek Dîrektora Ragihandinê ya Qesira Sipî jî kar bike.

Piştî ku Bill Shine ji dîrektorîyê vekişîbû, li şûna wî ti kes nehatibû destnîşan kirin.

Grisham dê vê hefteyê bi Trump re here Japonya û Koreya Başûr.

Xanima Yekê Melania ji Twitterê peyamek ser Grisham nivîsî û dilgeşîya xwe dîyar kir.

‘’Ez ti kesên ku ji wê çêtir dikare bo rêvebirîyê û welatê me xizmetê bike nas nakim.’’

Girsham dê berdevikîya bo Melania Trump jî bidomîne.

Berdevika berê ya Qesira Sipî Sarah Sanders dê di dawîya vê mehê de karê xwe berde.

Trump dîyar kiribû Sanders dê vegera welatê xwe Arkansasê. Wî hêvîya xwe eşkere kiribû ku Sanders têkeve pêşbirka walîtîya wê istanê.

Sanders, di peyvajoya xebatên xwe de, bi bersivên tund yên bo rojnamevanan dihat nas kirin.

XS
SM
MD
LG