Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Emê li Qesira Sipî Çar Salên Din bi Ser Kevin


Serokê Amerîka Donald Trump, ku bo hilbijartinên seroktîyê yên 3’yê Mijdarê berbijarê Partîya Komarî ye, li eyaleta Nevada mîtîng li dar xistin.

Trump dîyar kir ku ger ew were hilbijartin ewê 4 salan li kursîya seroktîyê be û da zanîn ku dibe ku ew paşê 4 salên din jî bixwaze.

‘’Piştî 51 rojan emê li Nevada bi ser kevin. Emê li Qesira Sipî jî 4 salên din bi ser kevin. Li dû wan 4 salan belkî emê 4 salên din bixwazin. Ser qonaxa piştî wê jî emê danûstandinan bikin, ne wisa?’’ Trump got.

Li gor qanûnên Amerîkî, berbijarek dikare herî zêde bo 4 salan û herî zêde bo du caran were hilbijartin. Trump di hilbijartina sala 2016’an de bi ser ketibû û ger îcar jî were hilbijartin ewê dewra wî ya dawî be.

Serok Trump di axaftina xwe ya li Las Vegasê de jî bi bîr xist ku ew bo Xelata Aştîyê ya Nobelê wek berbijar hatiye raber kirin.

‘’Serokê we, di nav hefteya borî de, ser du mijarên cuda kirin berbijarê Xelata Nobelê’’ Trump got.

Sîyasetvana Norwecî Christian Tybring-Gjedde, Trump jiber hewilên wî yên bo normalkirina peywendîyên Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Îsraîl û Bahreynê bo Xelata Aştîyê ya Nobelê ya 2021’an kiribû berbijar.

Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden, Donald Trump jiber kempeyna hilbijartinê ya di dema vîrusa korona de rexne kir.

Biden bi bîr xist ku vîrusa korona li Amerîka pirtir ji 194 hezar kes kuştine û got ku Trump guh nade şewba vîrusa korona.

Berdevikê Trump, Tim Murtaugh ser rexneyan got ku ‘’Eger bi deh hezaran kes dikarin li sûkan bo protestoyan kom bibin, eger dikarin herin qumarxaneyan, û bi serhildanan dikarin agir bera dikanên biçûk bidin, hûn dikarin bo guhdarkirina serokê Amerîka bi awayekî aştîyane kom bibin.’’

XS
SM
MD
LG