Serokê 45an yê Amerîka Donald Trump û xanima yekê Melanie îro ji Qesira Sipî derketin û bi helîkopterekê çûn bingeha hevbeş Andrews ya li eyaleta Maryland.
Serok Trump li wê derê wek serokê Amerîkî gotara xwe ya dawî ji beşdaran re pêşkêş kir û dû re bi firokê çû mala xwe ya li eyaleta Florida.