Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Hevdîtineke bi Ruhanî re li New Yorkê Red Dike


Serokê Amerîka Donald Trump îro got ku ewê li New Yorkê bi Serokê Îranê Hesen Ruhanî re necive, lê tevî girjîya jiber wî derî ji hevdîtinên sibêrojê re vekirî hêla.

Trump berî ku di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bipeyîve, ji nûçegîhanan re got ku ewê ligel Îranîyan necive, heta ku ew zimanê xwe yê neyênî neguherînin.

“Îranê reftatrn pir xirab kirine. Em çaverê ne ku xwedî peywendîyên baş ligel Îranê bin, lê ew yek dê niha pêk neye,” Trump got.

Hêjayî balkişandinê ye ku hem Trump, hem jî Ruhanî beşdarî Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dibin.

XS
SM
MD
LG