Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Donald Trump Cejna Remezanê Pîroz Kir


Serokê Amerîka Donald Trump bi peyameke fermî Cejna Remezanê pîroz kir.

Donald Trump di peyama xwe dîyar kir ku ‘’biratîya ji dil, aştîya bawerîyê dide û hezkirina xurt’’ bi saya dîn ji berê pirtir di bîra wan de ye.

‘’Ez û First Lady (Xanima Yekê) di Cejna Remezanê de silavên xwe yên herî germ ji Misilmanên Amerîka û cîhanê re dişînin.’’ Trump got.

Trump di berdewamîya peyama xwe de da zanîn ku însan di mehên dawî de bo dijî vîrusa korona li ber xwe bidin bala xwe dane ser bawerî û malbat û dostên xwe.

Wî bi bîr xist ku Misilman, Cejna Remezanê piştî meheke bi roji, dia, fikirîn û merasîmên din cejnê pîroz dikin û da zanîn ku ew hêvî dike ku Misilman bi rindî û xurtbûn cejna xwe pîroz bikin.

XS
SM
MD
LG