Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WSJ: Rêvebirîya Trump Dê 14,000 Leşkerên Din Bişîne Rojhilata Navîn


Wall Street Journal (WSJ) îdia kir ku rêvebirîya Serok Donald Trump dê 14,000 leşkerên din bişîne Rojhilata Navîn.

WSJ’ê ji zarê karbidestekî ku navê wî nehatiye eşkere kirin dîyar kir ku rêvebirîya Trump dê pirtirê 10 gemîyan û gelek alavên leşkerî bişîne Rojhilata Navîn.

Wî karbidestî da zanîn ku li ber e ku ew şandina leşker û alavên leşkerî heta mehekê destpê bike.

WSJ radigihîne ku ew leşker dijî gefên Îranê dê li Rojhilata Navîn bi cîh bibin, lê jêderên fermî ser vê îdiayê hîn tiştek negotine.

Karbidestên Amerîkî dema protestoyên li Îranê gotibûn ku ew piştgirîya xwenîşanderên dijî rejîmê dikin û girjîya di navbera Washington û Tehranê de careke din gur bûbû.

XS
SM
MD
LG