Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Îro bi Telefonê ligel Erdogan Peyîvî


Serokê Amerîkê Donald Trump, îro Înê li ser telefonê bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re axifî. Qesra Sipî ragihandibû ku ewê axaftina bi rêka telefonê, li gor demjimêra herêmî di 09:30’an de pêk were.

Karbidestên Tirk ragihand ku axaftina ku li ber bû ku bi qasî 40 deqîqe bidome gava berê bi dawî bûye. Berdevkê Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) Mahir Ünal, da zanîn ku piştî Trump, dê Erdogan bi Serokomarê Rûsya Vladimir Putin re jî li ser telefonê biaxife.

Tê texmîn kirin ku Trump û Erdogan, li ser pevçûnên ku li Sûrîyê didomin, operayona Reqa, kêşeya Qatarê û peywendîyên Amerîka û Tirkîyê peyîvîne.

Çaverê bû ku Erdogan, di axaftina xwe de nerazîbûna Tirkîyê ya ser alîkarîya çekan ya jibo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî dîyar bike.

Wezîrê Berevanî ya Amerîka Jim Mattis di nava vê hefteyê de dabû zanîn ku ewê piştî operasyona Reqa jî çekan bidin YPG’ê û ser vê yekê karbidestên Tirk, bi daxuyanîyan bertek nîşan dabûn.

Di kêşeya Qatarê de, her çiqas Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tillerson gotinên nerm yên jibo dîyalogê kiribûn jî, Serok Trump li ser medya civakî Qatar tawanbar kiribû.

Hêjayî bîrxisinê ye ku di lîsteya daxwazan ya ku dewletên Ereb ji Qatarê re şandibû de, girtina bingeha leşkerî ya Tirk ya li wî welatî jî hebû.

XS
SM
MD
LG