Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hevdîtina Trump û Erdogan de Ser Kurdan Çi Hatin Gotin?


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Çarşemê li Qesira Sipî kom bûn.

Di preskonferansa piştî hevdîtina wan de çi li ser Kurdan hatin gotinek, kîjan mîjar hatin gotibêj kirin?

Serok Trump da zanîn xebatên dawîkirina pevçûnên li Sûrîyê bi ser ketine û ew dibînin ku agirbest didome.

Wî ser peywendîyên bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, dîyar kir ku peywendîyên wan û Kurdan pir baş in û ew di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de bi ser ketine.

“Peywendîya me bi Kurdan re pir baş bûn û niha jî e bi wan re kar dikin û têkîlîyên me pir baş dimeşin. Diakrim bêjim ku peyyendîya me ya bi Kurdan re tim baş bûye. Dibe ku pirsgirêkên Serok Erdogan bi hin Kurdan hebin, lê bawer dikim ku peywendîya wî jî bi Kurdan re pir baş e.”

Trump got ku gelek Kurd li Tirkîyê dijîn. “Kurd li Tirkîyê ji jîyana xwe dilweş in jiber ku hikûmeta Tirkîyê bi başî xizmetên wek saxlemî û xwendinê dide wan.”

Serokê Amerîka ser kuştina Rêberê DAIŞ’ê Ebubekir El Bexdadî jî got ku Tirkîyê alîkarî kiriye û ew spasîya wan dike.

Erdogan jî di axaftina xwe de dîyar kir ku di navbera wan û Kurdan de ti kêşe tune û têkoşîna dijî terorê ye.

“Di nav partîya min de pirtir ji 50 parlamanter hene ku bi eslê xwe Kurd in. Pirsgirêka me bi Kurdan re tuneye, lê problema me bi terorîstan re heye. Û bê guman hunê xwedî li terorîstan dernekevin, ne wusa,” Erdogan ji Trump pirsî

Wî bi berdewamî got ku divê baş were dîtin ku ew dijî terorîstan şer dikin.

“Welat û nîjada terorîstan nabe û ala wan jî tuneye Ger em îo şerê wan terorîstan nekin, sibê emê berdelên girantir bidin.”

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG