Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dîyar Dike ku Ew Dikare bi Ruhanî re Bicive


Serokê Amerîka Donald Trump piştî Hilcivîna G7 dîyar kir ku dibe ku ew bi Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî re bicive.

Trump da zanîn ku ger ‘’şert rast û durist bin’’ ewê bi Ruhanî re hevdîtinê çêke.

Wî di preskonferansê de bê ku nav bide ser Ruhanî got ku ‘’Herhal dixwaze hevdîtinek çêbe’’

Di navbera Washington û Tehranê de ji 1980’yî vir ve ti peywendîya dîplomatîk ya fermî tune.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, ku bi Trump re di heman preskonferansê de bû, dîyar kir ku ew bi telefonê bi Ruhanî re axifîye û wî gotiye heta ku li gor berjwendîya Îranê be ew dikare bi hemî rêberan re kom bibe.

‘’Ez dixwazim ku di hefteyên pêş de di navbera Trump û Ruhanî de hevdîtinek li dar keve’’ Macron got.

Hin jêder dibêjin ku Trump û Ruhanî dibe ku meha pêş di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de kom bibin.

XS
SM
MD
LG