Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Ew Dikare bi Ruhanî re Bicive


Serokê Amerîka Donald Trump ser hevdîtina gumankirî ya bi Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî re careke din erênî axifî.

Trump ji rojnamevanan re got ku ‘’Ser hevdîtina bi Ruhanî re ti kêşe tune’’

Wî hefteya borî jî dîyar kiribû ku ew dikare li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û dabû zanîn ku ger Îran dixwaze kêşeyên xwe çareser bike, ew dikarin di 24 saetan de çareser bikin.

Ruhanî dide zanîn ku heta Washington hemî toleyên dijî Tehranê raneke ewê bi Amerîka re necivin.

Serokomarê Îranê di parlamanê de gotibû ku ‘’Amerîka gelek caran dixwaze bi me re bicive, lê bersîva me dê neyênî be’’

XS
SM
MD
LG