Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Divê Rûsya ji Muşekan re Amade Be


Serokê Amerîka Donald Trump di twîtekê de bersîva daxuyanîyên karbidestên Rûsî da û got ku divê Rûsya xwe ji muşekan re amade bike.

“Rûsya soz dide ku ewê hemî muşekên ku Sûrîyê bike amanc, gêr bike. Hazir be, Rûsya jiber ku muşekên xweşik, nûjen û zîrek dê werin. Divê tu nebî şirîkê Heywanê Merkujê Gazê ku bi kuştina hemwelatîyên xwe kêfxweş dibe.”

Trump dîyar kir ku peywendîya Amerîka û Rûsya, serdema Şerê Sar jî nav de, ti car wek niha xirab nebûye û sedemeke rêwa ji wê yekê re tuneye.

“Rûsya hewceyî me ye ku em alîkarîya aborîya wê bikin û ew yek jî tiştekî hêsan e. Divê hemî dewlet bi hevre bixebitin û dawî li kêbirkeya xwedîkirina çekan bînin.”

XS
SM
MD
LG