Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump, Merkel û Macron Ser Helwesta Dijî Rûsya Pîroz Kir


Serokê Amerîka Donald Trump bi rêka telefonê bi Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokwezîra Almanya Angela Merkel re axifî.

Qesra Sipî bi daxuyanîyê da zanîn ku Serok Trump, rêberên Fransa û Almanya jiber helwestên wan yên dijî Rûsya pîroz kiriye.

Amerîka û welatên Ewrupî îdia dikin ku Rûsya, sîxurê Rûs Sergey Skripal û keça wî li Brîtanya bi jehr kirine.

Ji Duşemê vir ve zêdetirî 20 welatan bi qasî 110 dîplomatên Rûs dersînor kirin. NATO jî da zanîn ku wan akredîtasyona heft dîplomatên Rûs betal kirine.

Li gor daxuyanîya Qesra Sipî, Serok Trump ji Macron re dîyar kir ku divê li Sûrîyê hevkarîya bi Tirkîyê re were xurt kirin.

Trump ji her du rêberan re ser tedbîrên bazirganîyê yên dijî Çînê axifî û bi Merkel re ser Koreya Bakur jî taybet axifî.

XS
SM
MD
LG